Ji 4 kesên ku derketin ser Cîloyê agahî nayê girtin

  • rojane
  • 16:09 16 Tîrmeh 2023
  • |
img
COLEMÊRG - Ji 4 kesên dixwastin derkevin ser Çiyayê Cîloyê, agahî nayê stendin. 
 
Ji 4 kesên dixwestin biçin ser Çiyayê Cîloyê yên Zozanên Cinet û Cehnemê yên ku bi ser gundê Dêzê ya navenda Colemêrgê ve ne, agahî nayê girtin. Hat destnîşankirin ku Gulay Avcu, Mehmet Aydin, Hakîme Koç û Kemal Avcu dema li pey rêberê li gel dimeşiyan qeşa şikest û ketin binê keviyê. 
 
Waliyê Colemêrgê Îdrîs Akbiyik anî ziman ku li herêmê lêkolîn berdewam dikin û bi helîkopteran lêgerîn tê kirin.