Li Êlihê qeza: 4 kes mirin

  • rojane
  • 14:30 10 Tîrmeh 2023
  • |
img
 
 
ÊLIH - Li bajarê Êlihê, qeza çêbû. Di qezaya trafîkê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.
 
Qeza nîvê şevê li qada Kantarê qewimî. Qemyona ku ji kontrolê derket, wergeriya û agir pê ket. Ji heman malbatê Alî Ozgur, Sedat Ozgur, Gokhan Ozgur û Mehmet Ozgur ên li pişt qemyonê bûn, jiyana xwe ji dest dan.
 
Veysî Ozgur û Orhan Ozgur jî bi giranî birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Êlihê.
 
Têkildarî qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.