Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hate definkirin

  • rojane
  • 11:41 9 Tîrmeh 2023
  • |
img
WAN - Girtiyê nexweş Bişar Yazici ku li nexweşxaneyeke Amedê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yazici li navçeya Qelqeliyê hate definkirin. 
 
Girtiyê nexweş Bişar Yazici (52) zêdetirî 2 sal in li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê dihat ragirtin û demek berê rewşa wî giran bû. Li ser vê yekê di 23’yê hezîranê de sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê hate kirin. Yazici, ji ber nexweşiya kezebê dihat tedawîkirin û duh jiyana xwe ji dest da. Malbata Yazici, cenazeyê Yazici ji Saziya Tipa Edlî (ATK) wergirt û bir Taxa Ergalî ya navçeya Qelqelî ya Wanê. Cenazeyê Yazici li goristana taxê hate definkirin.