Minîbûs wergeriya: 4 kes mirin û 10 kes birîndar bûn

  • rojane
  • 09:50 9 Tîrmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Erzînganê minîbûsek wergeriya. Di qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn. 

Mînîbûsa bi plakaya 25 ACY 505 ku Suleyman O. diajot, li devera Derbasgeha Sakaltutan a li ser rêya di navbera Erzîngan-Sêwasê de wergeriya şerampolê. Piştî qezayê komên tenduristiyê, cendirme, AFAD û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di qezayê de ajokar û rêwiyên bi navên Mukaddes, K., Erkan K. û Mehmet K. jiyana xwe ji dest dan. Zarok jî di nav de bi giştî 10 kes jî birîndar bûn. 
 
Welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek a Zanîngeya Bînalî Yildirim a Erzîncanê hatin kirin. 
 
Hat zanîn ku kesên di mînîbûsê de ji bo dawetê çûbûn Stenbolê û dema vedigeriyan  Erziromê qeza kirine.