Ji bo Tekîndag û Kiran şîn hat danîn

  • rojane
  • 17:55 8 Tîrmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Şîn ji bo Fîlîz Tekîndag û Reşît Kiran ên HPG'î yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan, hat danîn. 
 
Ji bo Fîlîz Tekîndag (Nûden Sîdar) û Reşît Kiran (Rênçber Metîn) ên HPG'î yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan, li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bagcilari şîn hat danîn. 
 
Malbatên Tekîndag û Kiran, ANYAKAY-DER, MATÛHAY-DER, Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê, Parlementerên Partiya Çepên Kesk Cengîz Çîçek û Mahmût Dundar, Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) tevlî şînê bûn. 
 
Malbatên Tekîndag û Kiran malavayiya kesên hatin şînê kirin û gotin: "Şehîdên me, şehîdên vî gelî ne."  Di şînê de tim dirûşmeya "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.