Zarokê ji rojhilatê Kurdistanê di Çemê Mûradê de xeniqî

  • rojane
  • 12:58 8 Tîrmeh 2023
  • |
img
AGIRÎ - Zarokê 10 salî ê ji rojhilatê Kurdistanê Arsalan D. li  navçeya Giyadîna Agiriyê di ava Çemê Mûradê de xeniqî.
 
 Zarokê 10 salî ê rojhilatê Kurdistanê li navçeya Giyadîna Agiriyê dema ku xwest derbasî aliyê din ê Çemê Mûradê bibe kete nav ava çem û xeniqî. Arsalan pêşî kete çem û di çala 8 mîtroyan a ku kanên xîzê li çem vekiribûn de winda bû. Piştî lêgerîna bi saetan cenazeyê Arsalan hate dîtin. Cenazeyê Arsalan ji bo karûbarên otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadînê û dê piştre jî bişînin rojhilatê Kurdistanê.