Danişîna kesên ku biryara beraeta wan hatibû xerakirin hat lidarxistin

  • rojane
  • 13:14 14 Hezîran 2023
  • |
img
BÛRSA - Danişîna doza 5 kesên endamên HDP’ê ku piştî biryara beraeta wan hatibû xerakirin û ji nû ve hat lidarxistin, taloq bû. 
 
Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Bûrsayê Aynûr Yilmaz û Mehmet Akbaş, rojnamevan Emrah Çaçan jî di nav de 5 kes dihatin darizandin. Derbarê wan de birayra beraetê hatibû dayîn. Dadgeha Îstînafê biryara beraetê ya derbarê her 5 kesan de xera kiribû. Piştî biryara xerakirinê danişîn li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê hat lidarxistin. Her 5 kes jî bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirine” tên darizandin. Mehmet Akbaş, rojnamevan Çaçan û Hevserokê HDP’a Mûdanyayê yê berê Halîs Şanli tev li danişînê bûn. 
 
Çaçan parastina xwe kir û diyar kir ku parvekirinên wî yên li ser medya civakî bi mebesta agahdarkirina xelkê bûye û parvekirinên wî di çarçoveya azadiya raman û derbirînê de bûne. 
 
Piştî parastinan şandeya dadgehê danişînek din taloqî 28’ê îlonê kir.