Tirkiyeyê êrişî Şehba û Şêrawayê kir: Leşkerekî Şamê hat kuştin

  • rojane
  • 11:12 14 Hezîran 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê ya li dijî nokteya hêzên hikumeta Şamê yên li navçeya Şêrawa ya Efrînê û herêma Şehbayê de, leşkerekî Şamê hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.
 
Êrişên balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê li dijî gundên Efrîn û Şehbayê ji şevê din ve bênavber berdewam dikin.
 
Dronek biçek a Tirkiyeyê derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê bombebaran kir. Di êrişê de leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin û leşkerek jî birîndar bû.
 
Balafirên Tirkiyeyê saet di 06:00 û 07:00'an de jî du caran nokteyên hêzên hikumeta Şamê ya li derdora navçeya Til Rifat a herêma Şehbayê bombebaran kir.
 
Li gorî agahiyên destpêkê, di wê êrişê de jî 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne.