Di êrişa Tirkiyeyê de 3 leşkerên Şamê hatin kuştin

  • rojane
  • 08:11 14 Hezîran 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê êriş birin ser gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê 3 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan.

 
Tiriyeyê û hêzên paramîlîter êriş birin ser gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê. Di êrişê de 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku bombe li derdora baregeha Rûs a li gundê Wehşiyê yê Şehbayê jî hatine barandin. Li ser encama bombaranê agahî bi dest neketin.