Erbaşê HDP'î şandin girtîgehê

  • rojane
  • 18:50 13 Hezîran 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Dogan Erbaş ku der barê wî de biryara girtinê hatibû dayîn û duh hatibû binçavkirin, şandin girtîgehê. 
 
Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dogan Erbaş ku der barê wî de biryara girtinê hatibû girtin, duh hatibû binçavkirin. Erbaş, şandin girtîgehê. 
 
Erbaş, bi rêya SEGBÎS'ê tevlî Dadgeha Cezayê Giran a 14'an a Stenbolê bû. Piştî xwendina biryara girtinê, Erbaş şandin Girtîgeha Sîncanê. 
 
Dadgeha Cezayê Giran a 14'an a Stenbolê di Kanûna 2022'yan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 12 sal û bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" sal û 21 meh û 22 roj ceza li Erbaş birîbû.