Seven a di êrişa DAIŞ’ê de birîndar bûbû hat binçavkirin

  • rojane
  • 14:30 13 Hezîran 2023
  • |
img
STENBOL - Çagla Seven a ku di êrişa DAIŞ’ê ya li Pirsûsê de birîndar bûbû hat binçavkirin. 
 
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de DAIŞ’ê êrişek xwekujî pêk anîbû û Çagla Seven jî di wê êrişê de birîndar bûbû. Polîsan avêt ser mala Seven û wê kirin binçavan. Hat zanîn ku destê wê ji paş ve hatine kelemçekirin û piştî birine qereqola polîsan a Kadikoyê şûn ve birine Edliyeya Anadoluyê. 
 
Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û xwestin Çagla Seven demildest bê berdan.