CENTCOM: 22 leşkerên me di qezaya helîkopterê de birîndar bûn

  • rojane
  • 11:33 13 Hezîran 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - CENTCOM'ê ragihand ku 22 leşkerên wan di qezaya helîkopterê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de birîndar bûne.

 
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) duh ragihand ku di qezayeke helîkopterê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 22 leşkerên amerîkî birîndar bûne û 10 ji wan ji bo dermankirinê derxistine derveyî Rojhilata Navîn.
 
CENTCOM'ê destnîşan kir ku derbarê sedema qezayê de lêpirsîn dewam dike û diyar kir ku hemwextî bûyerê tu êrişên dijber pêk nehatine.
 
Duh Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî diyar kiribû Tirkiyeyê karwanekî hêzên Rûsyayê li ser rêya Mezari Um Hoş-Hirbilê ya bakurê gundewarên Helebê kiriye hedef û di encamê de leşkerekî Rûsyayê hatiye kuştin, 4 leşker bi giranî birîndar bûne.