Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an

  • rojane
  • 12:16 4 Hezîran 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), berxwedana niştecihên wargehê ya li dijî têlkirin û dorpêçkirinê ket roja 16'an.

 
Di 20'ê Gulanê de artêşa Iraqê bi hêzeke mezin Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kir û xwest derdora wargehê bikole û xendekan çêbike û bi têl û bircan dorpêç bike. Niştecihên wargehê li dijî vê derketin û dest bi berxwedanê kirin. Berxwedana niştecihên wargehê ya li dijî vê ferzkirinê di roja 16'an de berdewam dike. 
 
Niştecihên wargehê bi şev û roj nobedê digirin û israra leşkerên Iraqê ya ji bo dorpeçkirinê jî didome.