Girtî Şahîn piştî 30 salan ji girtîgehê derket

  • rojane
  • 17:30 1 Hezîran 2023
  • |
img
ÎZMÎR -  Girtiyê siyasî Mehmet Şahîn piştî 30 sal û 4 mehan ji girtîgehê derket. 
 
Girtiyê siyasî Mehmet Şahîn piştî 30 sal û 4 mehan ji Girtîgeha Şakranê ya Hejmara 2'yan a Tîpa T'yê derket. Şahîn di 1993'yan de li Êlihê bi sûcê "xerabkirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" hatiye girtin û Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) a Amedê cezayê muebedê lê biriye. 
 
Şahîn ku di 30 saliya xwe de hatibû girtin, di 60 saliya xwe de ji girtîgehê derket. Xizmên Şahîn û rêveberên EGE-TÛHAYDER'ê Şahîn li ber girtîgehê pêşwazî kirin.
 
Şahîn gava ji girtîgehê derket bilêv kir ku ji ber ku hevalên wî di girtîgehê de ne xemgîn e û got ku ew dixwaze hemû hevalên wî bên berdan. 
 
Şahîn paşê ber bi warê xwe Êlihê ve bi rê ket.