Li rex rêyê 2 cenaze hatin dîtin

  • rojane
  • 15:17 31 Gulan 2023
  • |
img
KONYA - Li navçeya Kulu ya Konyayê li rex rêyê yek jê jin bi giştî cenazeyên 2 kesan hatin dîtin. 
 
Li navçeya Kulu ya Konyayê li rex rê du cenazeyên hatine şewitandin ên kesên nasnameyên wan nediyar hatin dîtin. Piştî agahdarkirina welatiyan, leşker û yekîneyên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Komên tenduristiyê dan zanîn ku ji cenazeyan yek jê yê jinekê ye. Cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kuluyê.