Komên paramîlîter li Efrînê 2 welatî revandin

  • rojane
  • 15:52 30 Gulan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrînê 2 welatî ji hêla komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk ve hatin revandin û aqûbeta welatiyan nayê zanîn. 
 
Binpêkirinên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk ên xwe weke “Polîsên leşker” pênase dikin, di ketina bajarê Efrînê de jina bi navê Xedîce Henan (40) û hevjînê wê Îbrahîm Henan (47) revandin û birin cihekî nediyar. 
 
Çavkaniyên ji herêmê diyar kirin ku Xedîce Henan û hevjînê wê ji gundê Kefer Zeyt ê navçeya Cindirêsê ne. Çavkaniyan destnîşan kirin ku tu agahî ji welatiyên hatine revandin nayên girtin.