Li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna ‘heyama nû’ dest pê kir

  • rojane
  • 11:17 30 Gulan 2023
  • |
img

ENQERE - Civîna KCD, HDK, DBP, Partiya Çepên Kesk û HDP ku dêencamên hilbijartinan binirxînin û nexşerêya heyama nû diyar bikin dest pê kir. 

 
Hevserok û hevberdevkên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk (Yeşîl Sol Partî) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo encamên hilbijartinan binirxînin û nexşerêya heyama nû ango dema bê diyar bikin civiyan. 
 
Civîn li Navenda Giştî ya HDP’ê tê lidarxistin. Di civînê de encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê û 28’ê Gulanê bên nirxandin. Her wiha dê di civînê de dê nexşerêya dema bê were diyarkirin. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk tê û tê payîn piştî civînê daxuyanî bê dayîn.