Ciwanên li Geverê bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • rojane
  • 08:30 30 Gulan 2023
  • |
img
COLEMÊRG - 2 jê zarok 7 kesên di serdegirtinên malan ên li navçeya Geverê de bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan. 
 
Duh li navçeya Gever a Colemêrgê polîsan bi ser gelek malan de girtin û di serdegirtinan de D.K (15) û A.Y. (16) û ciwanên bi navê Rahmî Terzîoglû, Îsa Terzîoglû, Diyar Şedal, Ûgûr Şedal û Mûstafa Bor binçav kirin. 7 kes bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” hatin sûcdarkirin. Wêneyên têkildarî yek ji ciwanên hatibû binçavkirin Mûstafa Bor ê bi awayekî tund hatiye derbkirin derketin holê. Her wiha hate hînbûn ku polîsan tundî li kesên din jî kiriye. 
 
Wergirtina îfadeyan a 7 kesên li Miduriyeta Polîsan a Geverê dihatin ragirtin duh bi şev dest pê kir. Rahmî Terzîoglû, Îsa Terzîoglû, Diyar Şedal û Ûgûr Şedal piştî wergirtina îfadeyan hatin berdan. Her du zarok û Mûstafa Bor ê wêneyên wî yên lêdanê derketin holê jî piştî wergirtina îfadeyê ya li Serdozgeriya Komarê ya Geverê hatin berdan.