Cerdevan û AKP’iyan êrişî peywîrdarên sindoqan kirin

  • rojane
  • 13:22 28 Gulan 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mêrdînê peywîrdarên sindoqan ên bertek nîşanî dengdayîna vekirî dan, ji aliyê AKP’î û cerdevanan ve hatin derbkirin. 

 
Di sindoqa bi hejmara 1094’an a li gundê Şorizbah a navçeya Midyad a Mêrdînê hatiye danîn de, komekê xwest bi awayekî vekirî deng bide. Peywîrdarên sindoqan ên li dijî vê rewşê derketin, rastî êrişa cerdevan û AKP’iyan hat. Leşkeran mudaxileyî rewşê kirin.