Erdogan dengê xwe da: Dê pir lez biencam bibe

  • rojane
  • 12:52 28 Gulan 2023
  • |
img

STENBOL - Tayyîp Erdogan li Uskudarê dengê xwe da û got ku dê dengdayîna îro pir zû biencam bibe. 

 
Namzetê serokkomariyê Tayyîp Erdogan ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê tevî hevjîna xwe Emîne Erdogan li Dibistana Navîn a Saffet Çebî ya li Uskudar a Stenbolê dengê xwe da. Piştî dengdayînê Erdogan daxuyaniyek da û got ku di tûra duyemîn de tenê du namzet hene lewma dê encamên hilbijartinê zû biencam bibin.