14 Dayikên/Mirovên Şemiyê beraet kirin

  • rojane
  • 19:34 26 Gulan 2023
  • |
img
 
 
STENBOL- Dayikên/Mirovên Şemiyê ku ji ber çalakiyên xwe yên ji bo xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin doz li wna hatibû vekirin, beraet kirin. 
 
14 Dayikên/Mirovên Şemiyê di 30'yê Tebaxa 2022'yan de bi boneya Roja Kesên Bi Darê Zorê Hatine Windakirina a Navneteweyî xwestibûn li Goristana BÊkesan a Altinşehîrê daxuyaniyê bidin, lê polîsan êrişî wan kiribû û paşê bi îdiaya "beşdariya li civîn û meşên li dijî qanûnê" doz li wan hatibû vekirin. Danişîna 2'yan a dozê îro li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 1'ê ya Kuçukçekmeceyê hat lidarxistin. 
 
Parlementerên Parrtiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû, Oya Ersoy, Fîlîz Kerestecîoglû, nûnerên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV), Komeleya MAfên Mirovan (ÎHD), Komeleya Navenda Bîrê û Lêkolînên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) û gelek kes danişînê şopnadin.
 
Piştî tespîtkirina nasnameyan parêzeran parastin kir. 
 
Paşê meqama îdiayê diyar kir ku çalakiya hatiye kirin di çaçroveya mafê Destûra Bingehîn de ye û doza beraetê kir. 
 
Heyeta dadgehê jî der barê hemû kesan de biryara beraetê da.