Di Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê de ji bo hemû bersûcan biryara beraetê

  • rojane
  • 18:10 26 Gulan 2023
  • |
img
 
 
ENQERE- Di Doza JÎTEM a Enqereyê de biryara beraetkirina hemû bersûcan hat dayîn. 
 
Midûrê Nifûsê yê Altindag a Enqereyê Abdulmecît Baskin jî di nav de danişîna 7'an doza der barê kuştina 19 kesan de ku di navbera 1993-1996'an de li Enqereyê û bajarênd erdorê hatibûn qetilkirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê yan Enqereyê hat lidarxistin. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Enqereyê, parêzerên nûnerên Yekîtiya Baroyên irkiyeyê (TBB) û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê tevlî danişîna 7'an a Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê bûn. 
 
Di danişînê de parêzerên malbatên kesên hatin kuştin axivîn û xwestin kiryar bên cezakirin.
 
Îdiaya meqamê jî diyar kir ku di mutalaayê de tu titş neguheriye û mutalaayê duabre xwend û doza beraeta bersûcan kir. 
 
Parêzerên bersûcan jî anîn ziman ku ew tevlî mutalaayê dibin û doza beraetê kirin.
 
Heyeta dadgehê jî biryara xwe eşkere kir. Dadgehê der barê hemû bersûcan de biryara beraetê da.