2 kesên li Dêrsimê winda bûbûn hatin dîtin

  • rojane
  • 15:39 26 Gulan 2023
  • |
img
DÊRSIM - 2 kesên dema li navçeya Pilemûriyeyê kîvark kom dikirin, piştî 13 saetan hatin dîtin. 
 
Huseyîn Gunduz (45) û Muslum Îpek (38) ên duh li navçeya Pilemûriye ya Dêrsimê dema kîvark kom dikirin winda bûbûn, piştî 13 saetan hatin dîtin. Hate hînbûn ku rewşa tenduristiya Gunduz û Îpek baş e. 
Li gundê Bozagakaraderbent ê navçeya Pilemûriye ya Dêrsimê duh saetên serê sibê de welatiyên bi navê Huseyîn Gunduz û Muslum Gunduz çûne çolê ku kîvarkan berhev bikin û bi şev venegeriyan malên xwe. Malbatan piştî agahî negirtin navê her du xizmên xwe ji Navenda Banga Lezgîn re ragihandin. Paşê tîmên AFAD, leşker, tenduristî û Komeleya Rizgarkirinê Lêgerînê ya Mûnzûrê saet 23.00’yan çûn herêma ku welatiyan lê kîvark berhev dikirin. Xebatên hatin destpêkirin piştî 13 saetan encam girtin. Gunduz û Îpek îro saet dora 12.00’an hatin dîtin. 
 
Welatiyan, anîn ziman ku ji ber lehiya rabû rêya xwe winda kirine.