ROJEVA 25'Ê GULANA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 25 Gulan 2023
  • |
img
 
 
* Koçerên ku ji bo hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn bê kirin, hê neçûne zozanan bang li her kesî kirin bi berpirsiyarî tevbigerin û gotin: "Em bi hêvî ne û em ê bi ser bikevin."
 
* Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ji bo tûra duyemîn a hilbijartinê wiha bang li gel kir: “Werin em di 28’ê Gulanê de bi hemû hêza xwe faşîzmê hilweşînin.” 
 
* Cotkarên ku ji ber polîtîkayên aboriyê yên desthilatê nikarin tevbigerin, îşaret bi hilbijartinên 28'ê Gulanê kirin û gotin: "Heke ew biçin, wê her tişt baş bibe." 
 
* Nûnerên partiyên siyasî ku bang li hilbijêrên ku piştî erdhejê ji Hatayê çûne kirin, gotin: "Ji bo demokrasiyê teqez dengê xwe bi kar bînin."
 
* Parêzeran diyar kir ku li Tirkiyeyê îşkence veguheriye awayekî rêveberiyê û gotin ku divê kesên îşkenceyê dikin bên darizandin. 
 
* Ji hunermendên NÇM'ê Engîn Cengîz anî ziman ku Dosso Dossî parçeyeke polîtîkayên bişavtinê ye û got ku divê kurd li ber vê rabin. 
 
* Taha Bozdemîr ku piştî 17 saliya xwe hînî kurdî bûye, bala wî çûye ser dengbêjiyê û ji rojê ve daye dû vê keleporê. 
 
* Li Xarpêtê Turabî Engîn ê ku ji ber polîtîkayên di bin navê “ewlehiyê” de hatin birêvebirin neçar maye ku dest ji sewalkariyê berde diyar kir ku ew nikarin hewcedariyên metbexa xwe bicih bînin. 
 
 * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 794'emîn de berdewam bike. 
 
* Partiya Çepên Kesk û HDP dê li gelek bajaran ji bo hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn xebatên xwe bidomînin. (11.00-16.00) 
 
* Danişîna doza derbarê rojnamevan Safiye Alagaş de ku hatiye vekirin dê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (11.20)
 
* Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê têkildarî êrişên li ser Wargeha Mexmûrê dê li avahiya Nûnertiya DBP'ê ya Herêma Egeyê civîna çapemeniyê li dar bixin. (15.00)