Rewşa dawî ya derveyî welat

  • rojane
  • 09:50 24 Gulan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara dengên li derveyî welat hatine dayîn milyonek û 733 hezar û 940 deng derbas kir. Dengdayîna li derveyî welat îro êvarê bi dawî dibe. 
 
Dengdayîna ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ya li derveyî welat didome. Heta niha milyonek û 733 hezar û 940 kesan dengê xwe daye. Dengdayîna li derveyî welat dê îşev bi dawî bibe. Lê dengdayîna li deriyên gumrikê dê heta 28’ê gulanê saet 17.00’an berdewam bike.