Emîne Şenyaşar: Min bi tenê nehêlin

  • rojane
  • 16:06 23 Gulan 2023
  • |
img

RIHA - Malbata Şenyaşar diyar kir ku ew ê nobeda xwe bidomînin û ev bang kir: “Em her kesî xwedî wîjdan vedixwîni piştevaniyê û bila me bi tenê nehêlin.” 

 
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Edliyeya Rihayê di roja 792’yemîn de berdewam dike. 
 
Malbat ji mala xwe ya li Pirsûsê hat ber Edliyeya Rihayê û li şûna her roj dest bi nobedê kir. 
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BERFIREH BIKIN’ 
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axivî û wiha got: “Tirkiyeyê pêvajoya hilbijartinek bi sanco derbas kir. Di vê hilbijartinê de gelê Rihayê me bijart û wezîfe da me. Yên ku vê neheqiyê li me kirin, li bendê bûn ku piştî ez bibim parlamenter em ê dest ji Nobeda Edaletê berdin. Lê belê em ê vê nobedê hin berfire bikin û bidomînin. Em ê bi piştevaniya gelê Rihayê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Li Rihayê ewilî erdhej çêbû û paşê jî felaketa lehiyê rû da. Du felaketên mezin hatin serê Rihayê. Hê jî birînên van her du felaketan nehatine pêçan. Ez ê wek parlamenterekî li Enqereyê jî têkoşîna me bidomînim û li Rihayê jî bi piteşvaniya gel em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
‘MIN BI TENÊ NEHÊLIN’ 
 
Emîn Şenyaşar jî axivî û got: “Wê Ferît biçe Enqereyê, ez ê li vir Nobeda Edaletê bidomînim. Heta lawê min ê girtî neyê berdan, ez ê ji vir ranebim. Ez gazî her kesê xwedî wîjdan dikim ku piştevaniya min bikin û min bi tenê nehêlin.”