Li Edeneyê û Mêrsînê gelek cih di bin avê de man

  • rojane
  • 13:22 23 Gulan 2023
  • |
img
MÊRSÎN - Li Edeneyê û Mêrsînê ji ber barîna barana zêde lehî rabû û gelek mal û kargeh di bin avê de man. 
 
Li Mêrsîn û Edeneyê serê sibê baraneke zêde barî û bû sedemê rabûna lehiyê. Ji ber rabûna lehiyê ya li navçeyên Tarsûs, Toroslar û Akdenîza Mêrsînê gelek mal di bin avê de man. Li Taxa Kiriklarsirti ya li navçeya Tarsûsê gelek mal, kargeh û wesayît di bin avê de man, welatiyan bi derfetên xwe av paqij kirin.