Li Şirnexê ji bo hilbijartinê serdana dikandaran hate kirin

  • rojane
  • 16:59 22 Gulan 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Parlamenterên Partiya Çepên Kesk, li Şirnexê serdana dikandaran kirin û ji wan xwestin ku biçin ser sindoqan. 
 
Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên ji bo hilbijartina Serokkomariyê ya tûra 2’yemîn a dê di 28’ê Gulanê de bên kirin didomîne. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, Ayşegul Dogan, Zekî Îrmez û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê yê berê Hasan Ozguneş, Hevşaredarên Silopiyayê yên HDP’î Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û HDP’ê û gelek kes tev li serdana dikandarên li Sûka Nû kirin. Şandeyê ji dikandaran xwest ku biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin. 
 
Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Ûysal, Dogan û Îrmez ên piştî serdana dikandaran derbasî Edliyeya Şirnexê bûn mazbatayên xwe wergirtin.