Li Mêrdînê banga ji bo hilbijartinê

  • rojane
  • 19:41 20 Gulan 2023
  • |
img
MÊRDÎN- Parlamenterên Partiya Çepên Kesk li navçeyên Mêrdînê gel re civiyan. Parlementeran malavayiya gel kirin û ji bo 28’ê Gulanê jî bang kirin ku her kes biçe ser sindoqan. 
 
Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li navçeyên Mêrdînê mal bi mal geriyan. Parlamentgerên  Mêrdînê  yên hatin hilbijartin Salîha Aydenîz li Mehsertê, George Aslan li  Artûklûyê, Kamûran Tanhan li Kerboranê û Berîtan Guneş jî li Şemrexê bi gel re civiya. 
 
Di serdanan de parlamenteran malavayiya gel kirin û her wiha bang kirin ku di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan. 
 
Welatiyan di serdanê de eleqeyek mezin nîşanê parlamenteran dan.