Aktaş ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin

  • rojane
  • 15:08 19 Gulan 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Girtî Fevzî Aktaş ê piştî 30 sal û 6 mehan ji Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê hate berdan, li bajarê xwe Mêrdînê bi çepikan hate pêşwazîkirin. 
 
Fevzî Aktaş ê di sala 1993’yan de ji ber xebatên xwe yên siyasî li Mêrdînê hate girtin û Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Amedê cezayê muebbedê lê birî, hate berdan. Aktaş, ê tevî 30 salan girtî bû ma jî du caran înfaza wî 3 mehan hate taloqkirin û berdana wî hate derengxistin pêr hate berdan. Aktaş ê ji aliyê malbat û xizmên xwe ve hate pêşwazîkirin bi rêya bejahiyê derbasî Stenbolê bû û ji wir bi balafirê hate bajarê xwe Mêrdînê. 
 
Bi sedan kesên bi banga MED TUHAD-FED’ê li ber Balafirgeha Mêrdînê kom bûn, bi tilîlî û çepikan Aktaş pêşwazî kirin. 
 
Aktaş, pişt re derbasî navçeya Şemrex a Mêrdînê ku malbata wî li wir dijî bû.