ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 19 Gulan 2023
  • |
img
 
 
* Çûyîna gund a dayika Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç, Esmer Tûnç ku nexweşa diyalîzê ye bi îddiaya, "Endama rêxistinê ye" hatiye qedekirin. 
 
* Piştî ku hilbijartina serokkomariyê di tûra yekê de bi ser neket, li Mêrdînê qeyûm û qeymeqam yeko yeko li keyayan geriyan. Piştî qeymeqaman, qeyûm û waliyê Mêrdînê Mahmût Demîrtaş jî gazî keyayan kir. 
 
* Rojnamevanê girtî Îbrahîm Karakaş, diyar kir ku hemû mafên wî hatine astengkirin û ji ber ku Newrozê pîroz kirine der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û ceza li wan hatiye birîn. 
 
* Endamê MYK’a HDK’ê Salih Zekî Tombak diyar kir ku tekane rêya xelasiya ji aloziya heyî li welêt guherandina îktîdarê ye û banga çûna ser sindoqan li hilbijêran kir. 
 
* Endamê MYK’a SYKP’ê Halît Elçî diyar kir ku hedefa wan têkbirina faşîzmê didome û got: “Em bêhêvî nîn in. Divê em hemû hêza xwe bixin dewrê da ku Erdogan têk biçe.” 
 
* Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk destnîşan kir ku hikumeta ku 22 sal in vî welatî bi rê ve dibe, dixwaze bi dijminatiya kurdan û tifaqa bi faşîstan re gelên Tirkiyeyê konsolide bike û wiha got: “Ji bo Kurdistanê azadî û ji bo Tirkiyeyê jî demokrasî pêwîst e.”
 
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 788'emîn de berdewam bike. 
 
* ÎHD'a Stenbolê û Dayikên Şemiyê di çarçoveya Hfteya Windayan de dê Ridvan Karakoç û Hasan Ocak ên di binçavan de hatin windakirin li ser gorên wan ên li Goristana Gaziyê bi bîr bîne. (12.00)