4 endamên Hîzbullahê hatin berdan

  • rojane
  • 16:41 18 Gulan 2023
  • |
img
AMED - Çar endamên Hîzbûllahê ku ji kuştina 20 kesan bi rêbaza benê berazan û birîndarkirina 31 kesan dihatin darizandin, hatin berdan. 
 
Çar endamên Hîzbullahê ku ji kuştina 20 kesan ku Sekreterê Giştî yê Faqûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê jî di nav de û birÎndarkirina 31 kesan dihatin darizandin, hatin berdan. Ev çar endamên Hîzbullahê bi biryara “nûjenkirina darizandinê” û “sekinandina înfazê” hatin berdan. 
 
Li gorî nûçeya Sozcuyê; biryara berdana ji hepsê derbarê Sîrac Şanli, Muhammet Omer Farûk Aydin, Mehmet Emîn Can û Feysel Gurses de hatiye dayîn.