8 roj in Deriyê Sêmalka girtî ye

  • rojane
  • 10:40 18 Gulan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 11’ê gulanê ve Deriyê Sêmalka ji aliyê hêzên PDK’ê ve girtî ye. 
 
Deriyê Sêmalka di navbera rojava û başûrê Kurdistanê de ye. Ji 11'ê gulanê ve Partiya Yekitiya Demokrat (PDK) bi biryareke yekalî deriyê sînor ê Sêmalka (Pêşxabûr) yê di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê de, girtî ye. 8 roj in çûnehat nîne. 
 
Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANHA’yê re axivîn û anîn ziman ku girtina Deriyê Sêmalkayê xizmeta siyaset û armancên dijminên kurdan dike û parçebûnê di navbera civaka Kurdistanê de çêdike.