18'Ê GULANA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 18 Gulan 2023
  • |
img

 
* Bi hatina demsala biharê û germbûna hewa re rêwîtiya koçeran a ber bi zozanan ve jî dest pê kir. Koçerên şirnexî ku ev meheke amadekariyên çûna zozanan dikin, diyar kirin ku ew dixwazin çanda wan her bijî. 
 
* Rewşa girtiyê nexweş Necmettîn Başaran ku li Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê tê ragirtin roj bi roj girantir dibe. Başaran ê ku li ser kursiya biteker dijî, nayê berdan. 
 
* Şoreşgerê ji Behrareş Hakî Karaer yek ji pêşengên têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e, bi bandora xwe ya li axa Kurdistanê, bû pira di navbera gelan de. 
 
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê d roja 787'emîn de berdewam bike. 
 
* Danişîna doza derbarê polîs Abdullah E. yê ji kuştina Hêlîna Hasret Şen a 12 salî tê darizandin dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)
 
* Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê têkildarî encamên hilbijartinê dê li avahiya DBP'a Êlihê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)