Polîsan êrişî Orakê HDP'î kir: Gaza îsotan reşandin çavê wî

  • rojane
  • 23:59 17 Gulan 2023
  • |
img
ÊLIH - Polîsên ku li RÊveberê HDP'ê ya Êlihê Yakûp Orak xistin, gaza îsota reşandin çavê wî yê emeliyatkirî. 
 
Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Yakûp Orak, rastî şideta polîsan hat. Gava Orak ji Taza Rezanê ji şîna xizmekî xw evedigeriya, rastî şideta polîsan hat. Orak got: "3 wesayîtên zirxî pêşî li min birîn û wêne girtin. Paşê daketin. Hatin kulm li singa min xistin, gaza îsotan reşandinser çavê min ê emeliyatkirî, li pişta min û singa min xistin. Paşê ez ketim erdê. Piştî ku ez ketim, e wjî reviyan." 
 
Orak diyar kir ku ew rakirine Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê û got: "Ên li wir haya ambulansê pê xistin. Ez niha li nexweşxaneyê me. Ez ê raporê wergirim û giliyê polîsan bikim."