Polîsan avêt ser ofîsa rojnameya Sabahê ya Almanyayê

  • rojane
  • 15:12 17 Gulan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan bi ser ofîsa rojnameya Sabahê ya Frankfurtê ve git û nûnerê rojnameyê yê Almanya Îsmaîl Erel û Midûrê Nûçeyan Cemîl Albay kirin binçavan. 
 
Polîsên Alman avêtin ser ofîsa rojnameya Sabahê ku alîgiriya îktidara AKP-MHP’ê dikin. Polîsan nûnerê rojnameyê yê Almanya Îsmaîl Erel û Midûrê Nûçeyan Cemîl Albay kirin binçavan. Di lêgerîna li ofîsê de hat kirin computer û telefon hatin desteserkirin. Sedema serdegirtina ofîsê nehat zanîn. Hat diyarkirin ku ji bo her du kes werin berdan Wezareta Karên Derve ketiye dewrê.