HPG’ê têkildarî Bestayê daxuyanî da

  • rojane
  • 14:31 17 Gulan 2023
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku tevî biryara “bêçalaktiyê” jî operasyonên dewleta tirk berdewam in û li Bestayê pevçûn çêbûye. 
 
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê bi daxuyaniyekê ragihand ku tevî biryara wan a “bêçalaktiyê” jî operasyonên dewleta tirk berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); HPG’ê da zanîn ku li herêma Besta ya çoltarê Şirnexê pevçûn derketiye û ev agahî hatin parvekirin: “Di navbera leşkerên derketin operasyonê û hêzên me de pevçûn derket û ji her du aliyan jî windahî çêdibin.” Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heta niha 4 leşker û cerdevanek di pevçûnê de hatine kuştin û 2 endamên HPG’ê jî jiyana xwe ji dest dane.