Li Şirnexê 14 herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin

  • rojane
  • 09:24 17 Gulan 2023
  • |
img

ŞIRNEX - Li Şirnexê û navçeyên 14 herêm ji dema 15 rojan wek herêma “ewlehiya taybet” hat ragihandin. 

 
Li navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîrê, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê 14 herêm ji bo dema 15 rojan di navbera 16-30’yê gulanê de wek herêma “ewlehiya taybet” hat ragihandin. 
 
Walîtiya Şirnexê daxuyanî da û diyar kir ku 14 herêm hatine qedexekirin û ev qedexe di 16’ê gulanê de dest pê kiriye û dê 30’yê gulanê bi dawî bibe û ketin û derketina herêmên navborî dê qedexe bin.