ROJEVA 17'Ê GULANA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 17 Gulan 2023
  • |
img
 
 
* Aktivîst Mehdî Hasheî bal kişand ser darvekirinên li Îranê û got ku li dijî rejîmê pêlên serhildaneke nû xuya dikin. 
 
* Îdîanameya Hasan Karaaslan ê ku hevjîna xwe Leyla Karaaslan û 3 keçên xwe qetil kir, hê jî nehatiye amadekirin û parezerê malbatê jî tune ye. Malbata Leyla Karaaslan diyar kir ku çendî rapora kujer a şîzofreniyê tune ye jî, li Stenbolê tê tedawîkirin.
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 786’an de berdewam bike. 
 
* Tifaqa Millet, dê têkildarî hilbijartina Serokkomariyê ku ji tûra duyemîn re ma wê li Navenda Giştî ya CHP’ê bicive. (15.00)