Partiya Çepên Kesk li Êlihê 230 rayên xwe yên hatibûn dizîn wergirtin

  • rojane
  • 19:34 16 Gulan 2023
  • |
img
 
 
ÊLIH – Li Êlihê 230 dengên Partiya Çepên Kesk ên li ber navê Partiya Yenîlîkê hatibûn nivîsandin, piştî îtirazan cardin li ber navê Partiya Çepên Kesk hatin nivîsandin.
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê ji ber nelirêtiyan ji bo 70 sindoqên bajêr îtiraz kir. Piraniya îtirazan nehatin qebûlkirin, lê ya ji bo sindoqekê hat qebûlkirin. 230 rayên sindoqa bi hejmara 1051'ê yên Partiya Çepên Kesk li ber navê Partiya Yenîlîkê hatibûn nivîsandin. Piştî îtirazan 230 ray cardin li ber navê Partiya Çepên Kesk hatin nivîsandin.