Colemêrg di berxwedana xwe ye li dijî nelirêtiyên AKP'ê de bi ser ket

  • rojane
  • 19:15 16 Gulan 2023
  • |
img

COLEMÊRG - Partiya Çepên Kesk, li Colemêrgê nelirêtiyên AKP'ê hemûyan pûç kir û tevî dengên derveyî welat ji sedî 62,47'ê dengan wergirt û 3 parlementer şandin meclisê. 

 
Li gor encamên nefermî yên hilbijartinê Partiya Çepên Kesk li Colemêrgê 95 hezar û 684 ray wergirtin, AKP'ê 31 hezar û 537 ray û CHP'ê jî 11 hezar û 86 ray girtin. Li gor van encaman Partiya Çepên Kesk her sê parlementerên bajêr wergirtin. Lê AKP'î li ser hev du îtiraz kirin. Hemû îtiraz ji aliyê YSK'ê be hatin redkirin û Partiya Çepên Kesk jî li dijî dek û dlabên AKP'ê dest bi nobeda demokrasiyê kir. 
 
Partiya Çepên Kesk bi vê biryardayîna xwe û têkoşîna xwe dek û dolabên AKP'ê pûç kirin û axirê her sê parlementerên bajêr wergirtin.