Doza êrişa li dijî cemxaneyan taloqî 12’ê hezîranê hate kirin

  • rojane
  • 16:52 15 Gulan 2023
  • |
img
ENQERE - Doza êrişa li dijî cemxaneyan hat li darxistin û taloqî 12’ê hezîranê hate kirin. 
 
Di 30’ê tîrmeha 2022’yan de bi awayekê hemwext li dijî saziyên elewiyan ên li Enqereyê 5 êriş hatibûn kirin. 5’emîn danişîna Doza Êrişa li Dijî Cemxaneyê li 63’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Enqereyê hate lidarxistin. Di dozê de yek jê girtî bi giştî 3 êrişkar tên darizandin. Ji bersûcên negirtî tên darizandin Çagdaş Bardakçi û Baver Gul ji Îzmîrê, bersûcê girtî Ahmet Ozan Karaca jî ji Girtîgeha Sîncanê bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. 
 
Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Di danişînê de ji ewil parêzer Ebrû Akkal axivî û got ku ew qebûl nakin ku danişîna dozê rojek piştî hilbijartinê tê lidarxistin û wiha domand: “Em di hilbijartinê de peywirdar bûn. Mimkin nîne li ser vê westîbûnê em bikarin îfadeyên bitendurist bidin. Em dixwazin ku ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin di vê rûniştinê de bên xwendin û lêkolîna girtî were kirin. Em daxwazên xwe yên di danişîna berê de dubare dikin.” 
 
PARÊZERÊN BERSÛCAN DAXWAZA BERAETÊ KIRIN 
 
Piştre jî parêzerê bersûc Ahmet Ozan Karaca, Yûsûf Ziya Unsal axivî û got ku ewraqên li dijî muwekîlê wî yên li dosyayê hatine zêdekirin qebûl nake. Parêzer Unsal xwest ku muwekîlê wî were berdan. 
 
Piştre jî dozger axivî û ji bo lêkolînkirina dosyayê û amadekirina mutalaayê dem xwest. Her wiha xwest ku rewşa girtî ya girtî bidome. 
 
DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN
 
Dadgehê, daxwaza berdana bersûc red kir, biryar da ku rewşa girtî ya bersûc bidome û danişîn taloqî 12’ê hezîranê kir.