Kiliçdaroglû: Em ê di hilbijartinê de bi hev re bi ser kevin

  • rojane
  • 15:51 15 Gulan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû ev peyam da: “Nebe ku hûn xwe bêhêvî bikin. Em bê bi hev re rabin ser pêyan û di vê hilbijartinê de bi ser kevin.” 
 
Serokê Giştî yê CHP’ê û Namzetê Parlamenteriyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû li ser hesaba xwe ya medyaya civakî têkildarî hilbijartinan ev peyam parve kir: “Gelê min ê hêja; ji duh heta niha em bênavber dixebitin. Nebe ku hûn xwe bêhêvî bikin. Ez ê xurt li ser pêyan bisekinim. Ez ê têkildarî tiştên qewimîn tespîtên xwe bi zelalî ji bo we vebêjim. Piştre jî em ê rabin ser pêyan û bi hev re di vê hilbijartinê de bi ser kevin. Di dawiya her tiştî de dê her tişt tenê bi gotina milet be.”