6 hezar TIR û 30 otobus li deriyê sînor tên sekinandin

  • rojane
  • 16:31 12 Gulan 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Ajokarên TIR’an û bi hezaran kesên ku weke karinca diçin Herêma Kurdistanê û Iraqê bi rojane li deriyê sînor tên sekinandin û destûr nayê dayîn ku derbas bibin. 
 
Welatî û TIR’ên ku diçin Herêma Kurdistanê û Iraqê bazirganiyê û barkêşiyê dikin, bi hinceta hilbijartinê li deriyê sînor tên rawestandin. Hate hînbûn ku ji duh bi şev ve li Deriyê Sînor ê Xabûr ê li navçeya Silopiya ya Şirnexê destûr nayê dayîn ku wesayît derbas bibin. Hate ragihandin ku heta niha 6 hezar TIR û otobus tên rawestandin. 
 
‘BILA KIRARIYAN BILEZÎNIN’ 
 
Ajokarên wesayîtan diyar kirin ku 6 hezar TIR’ên ku çûne Herêma Kurdistanê barên xwe vala kirine û li deriyê sînor hatine sekinandin hene. Ajokaran diyar kirin ku duh bi şev û vir ve derbasbûnên ji Herêma Kurdistanê ber bi Tirkiyeyê ve girantir bûne û xwestin bi lezgînî çareseriyek bê kirin. 
 
Ajokaran wiha gotin: “Em hemû parlamenter û namzetên parlamenteriyê yên herêma me vedixwînin peywîrê. Ji bo wesayîtên li Iraqê tên sekinandin derbasî Tirkiyeyê bibin divê gumrik kirariyan bileztir bike.”