Fadil Şenyaşar nehate berdan

  • rojane
  • 16:12 12 Gulan 2023
  • |
img
MELETÎ - Di danişîna ewil a doza komkujiya Malbata Şenyaşar ku dadgehê her du dosya kiribûn yek de, biryar hate dayîn ku girtina Fadil Şenyaşar û her sê kesên din berdewam bike.
 
Danişîna ewil a doza komkujiya Malbata Şenyaşar ku dadgehê dosyayên “kargehê” û “nexweşxaneyê” kiribûn yek, piştî navberê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê berdewam kir. 
 
Şandeya dadgehê piştî navberê biryara xwe aşkere kir. Dadgehê ji bo Fadil Şenyaşar û Enver Yildiz bi hinceta “gumana xurt a sûc” ji bo Celal Yildiz û Mîkaîl Şîmşek jî bi hinceta “neberhevkirina delîlan” biryara berdewamkirina girtina wan da. 
 
Şandeya Dadgehê, danişîn taloqî 18’ê tîrmehê kir.