Hevserokê DFG’ê Altan: Serdema bêhiqûqtiyan bi dawî dibe

  • rojane
  • 15:57 12 Gulan 2023
  • |
img
AMED - Hevserokê DFG’ê Serdar Altan bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê û wiha got: “Bi hêviya pêşerojeke demokratîk û azad re ev serdema bêhiqûqiyan bi dawî dibe.” 
 
Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, bi rêya parêzerên xwe ji girtîgehê peyamek şand. Di peyama xwe de Altan wiha got: “Em di serdemeke wisa de ne ku azadiya çapemeniyê bi awayekî keyfî tê bisînorkirin, heq û hiqûq bi awayekî eşkere tên binpêkirin. Bi heman derqanûntî û keyfiyetan em di girtîgehê de tên ragirtin. Bi hêviya pêşerojeke demokratîk û azad re ev serdema bêhiqûqiyan bi dawî dibe.” 
 
‘JI BO HEVDÎTINA ME KÊM MA YE’
 
Peyama Altan wiha bi dawî dibe: “Weke xebatkarên Çapemeniya Azad; em baş di ferqê de ne ku têkoşîna gelê me ku bi bedel û kedeke mezin tê meşandin dê bi xwe re guherîn û veguherînê bîne. Weke parçeyeke vê têkoşînê, hindik ma ye ku em di rojên azad de hev bibînin. Her kesî bi hezkirin û bi rêzdarî silav dikim.”