5 hezar hilbijêrên livdar ên Stenbolê ji bo dengê xwe bidin bi rê ketin

  • rojane
  • 14:33 12 Gulan 2023
  • |
img
STENBOL - Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Stenbolê di çarçoveya xebatên kampanyayê de 5 hezar hilbijêrên livdar ji bo dengê xwe bidin şandin bajarên wan. 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Stenbolê hilbijêrên livdar ên li bajar şand bajarên wan. Di çarçoveya xebatên bi pêşengtiya Komîsyona Hilbijêrên Livdar a Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Stenbolê de, 5 hezar hilbijêrên livdar li Qada Yenîkapi û li pêşiya daîreya zewicandinê ya li navçeya Kadikoyê kom bûn, li sedan wesayîtan hatin siwarkirin û ber bi bajarên wan ve hatin şandin. 
 
Hilbijêrên li bajarên wan hatin veguhestin, dê di 15’ê gulanê de dîsa li Stenbolê bên vegerandin.