Li Edeneyê li pey hev erdhej çêbûn

  • rojane
  • 13:15 12 Gulan 2023
  • |
img
EDENE - Li Edeneyê bi pileyên 4,5 û 4,3 du erdhejên cuda çêbûn.
 
Serokatiya Rêveberiya Afet û Rewşa Lezgîn (AFAD) ragihand ku saet di 11.33’yan li navçeya Saîmbeylî ya Edeneyê bi pileya 4,5 erdhej rû daye. Erdhej 7 kîlometre di bin erdê de bûye. 
 
AFAD’ê ragihand ku saet di 11.36’an dîsa li navçeya Saîmbeylî bi pileya 4,3 erdhej çêbûye û ev jî 7,2 kîlometre di bin erdê de bûye.