YSK’ê daxwaza Wezareta Karên Hundir red kir

  • rojane
  • 16:47 10 Gulan 2023
  • |
img
ENQERE - Wezareta Karên Hundir xwestibû ku polîs û leşker encamên hilbijartinê kom bikin û daxwaza pergala GAMER’ê kiribû. Lê ev daxwaz ji hêla YSK’ê ve hate redkirin. 
 
Wezareta Karên Hundir daxwaz kiribû ku polîs û leşkerên li ser sindoqan peywirdar, encamên hilbijartinê weke dosyayan ji Serokatiya Navenda Koordînasyona Ewlekarî û Rewşên Awarte (GAMER) re bişîne. Lê ev daxwaza wezaretê ji hêla Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve hate redkirin.