Li Cizîr, Nisêbîn û Çewligê mitîngên bi heybet

NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk li Cizîrê, Nisêbînê û Çewligê mitîngên hilbijartinê li dar dixe û bi hezaran kes tev li bûne. 

 
Partiya Çepên Kesk li warê Mem û Zînê navçeya Cizîra Botan mitînga hilbijartinê li dar dixe. Mitîng li Qada Newrozê tê lidarxistin û qad bi alên partiyê hatiye xemilandin. Bi hezaran kes hatin qada mitîngê. Ji navenda Şirnexê û navçeyên û ji gundan beşdariyek zêde heye. Jinên Cizîra Botan bi cil û bergên xwe yên netewî tev li mitîngê bûn û demek dirêj li ber stranan govend gerandin. He kêliya ku diçe girseya li qadê zêde dibe. 
 
 
Ewilî dê endamê Komîteya Amedakar a Mitîngê Metîn Bayik biaxive û paşê jî dê namzetên Partiya Çepên Kesk derkevin ser dikê û xelkê silav bikin. Piştre dê hunermend Bajar derkeve ser dike û bistrê. Paşê jî dê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li ser dikê xîtabî gel bike. 
 
NISÊBÎN
 
Partiya Çepên Kesk her wiha li bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û siyasetmedar Ahmet Turk li Nisêbîna rengîn jî mitîng li dar dixe. 
 
ÇEWLIG 
 
Li Çewligê jî bi beşdariya namzetê Mûşê Sezaî  Temellî li ber avahiya HDP'ê mitîng tê lidarxistin.